Di encama êrîsa pasdarên Îranê de kolberek hat kustin, 2 jî birîndar bûn

11 tîrmeh 2021 22:48
Di encama êrîsa pasdarên Îranê de kolberek hat kustin, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê du kolberên kurd di encama êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn. Hengawê herwiha daye xuyakirin ku di êrîşa ser kolberan a roja înê de jî kolberekî Kurd bi navê Ebdulezîz Hacîpûr 43 salî li “Dola Binar” li navçeya Mergewer a Urmiyê can daye.

Hengawê ragihand, doh 10ê Tîrmehê li zozana sînorî ya Nenor li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan ku di encamê de du kolberên Kurd birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku navê yek ji wan kolberan Muxtar Şerîfî ye û navê yê din jî Mîkayîl e.