Di êrîsa çekdarî de 2 kes birîndar bûn
08 tîrmeh 2023 01:33
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Yenişehirê kesekî êrîşê bir ser 2 kesên ku baxçe çayxanê rûniştibûn. Di encamê de 2 kesan birîndar kir ku rewşa yekî ji wan baş nîne. Hat ragihandin ku berê di navbera wan de dijminahî hebûye.
Bûyer li dora 19.00ê êvarê li taxa Şehîtlikê li dora goristana Deriyê Mêrdînê, li baxçekî çêbû. Kesê êrîşker 2 roj berê bi her dû kesên din re pirsgirêk jiyaye û dema her dû kesên bi navên S.K. û M.E.M. li baxçe rûniştine bi çekê 15 gule berra wan daye.
Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxana Selahaddinê Eyubi ya dewletê lê jiyana S.K. di xeterê de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li navça Reza di êrîsa çekdarî de mam û birazî birîndar bûn
01 brf 2025
Jiyan
Li Rûsyayê êrîsa çekdarî: 3 birîndar
03 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin