Li Kerkûkê êrîsa çekdarî: Polêsekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar e
Peyama Kurd - Li Kerkûkê, li dijî polêk û welatîyan êrîşeke çekdarî pêk hat. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de polêsekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Di dîmenên kamerayê ewlehiyê de tê dîtin ku kesekî bi cil û bergên sivîl û bi rûyê nixumandî, li nav bazarê nêzîkî du polîsan dibe û guleyan direşîne ser wan.
Di encamê de polîsekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn ku yek ji wan jin e.
Êriş li bazara Lengê ya Kerkûkê pêk hat.
Li gorî agahiyên jêderên bajêr, kesên gule berdane du ciwan in û bi Kurdî diaxivin.
Şahidekî bûyerê gotîye, “Kesekî çeka xwe derxist û rasterast gule berda serê polîs. Polîsek ket erdê can da, yek jî ku jin e, birîndar e."
Rêvebirê Polîsên Kerkûkê daxuyanî da
Rêvebirê Polîsên Kerkûkê Kawa Xerîb jî li cihê bûyerê daxuyanî da û got:
“Li nav bazarê kesek ji paş ve nêzîk dibe û guleyan li du polîsan direşîne. Polîsekî canê xwe ji dest da.
Sedema êrişê hîn jî zelal nebûye lê lêpirsîna me ya derbarê bûyerê de berdewam dike.
Kesê ku li vî bajarî sûcekî bike nikare ji hiqûqê bireve. Xebatên me yên ji bo girtina tawanbar dewam dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin