Di besên Kurdî de, ‘TEZ’ên bi Kurdî hatin qedexekirin û ders jî bûn Tirkî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li beşên zanîngehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên Kurdolojiyê ango ‘Beşên Ziman û Edebiyata Kurdî’ bi zimanê Kurdî nivîsandina TEZan (bawernameyan) hat qedexekirin. Ji niha şûn de tenê xwendekarên wan beşan dikarin bi tirkî wan bawernameyên xwe binivîsin û herwiha dersên wan jî wê bi tirkî bên dayîn.
Akademisyen û nivîskar Selîm Temo ku ji karê xwe yê zanîngehê hatiye dûrxistin, li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û got ku ew nêzîkatiya xirab a 10 salan li Kurdî tê kirin deşîfre dike û ragihand, “Vaye xirabiyeke nû: Li beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên zanîngehan, bi kurdî nivîsandina Tezan hat qedexekirin û zimanê hemû waneyan jî bû tirkî. Akademiya xwemalî û milî tiştekî wiha ye!”
10 yıldır Kürtçeye yönelik bu densiz yaklaşımı deşifre ediyorum. İşte yeni densizlik: Üniversitelerdeki Kürt Dili ve Edebiyatı bölümlerinde Kürt diliyle tez yazımı yasaklandı ve bütün derslerin dili Türkçe oldu. Yerli ve millî akademi böyle bir şey! pic.twitter.com/vM46BCKN92
— Selim Temo (@temoselim) July 30, 2020
Beşên Ziman û Edebiyata Kurdî cara ewil sala 2011an bi vekirina enstîtuya kurdolojiyê ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dest bi perwerdê kiribûn ku wê demê gelek akademisyenên Kurd û zimanzan tê de cî girtibûn. Lê belê piştre gelek ji wan akademisyenên Kurd ji kar hatibûn dûrxistin û mamosteyên ji wan beşan mezûn bûne jî tevî hemû hewldanan jî nehatine tayînkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin