Di 2 otobusên Îsraîlê de teqîn çêbûn

21 sibat 2025 03:59
Di 2 otobusên Îsraîlê de teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Li Îsraîlê li bajarê Nat Yamê du otobusên ku parkkirî bûn di wan de teqîn çêbû. Hat ragihandin ku di teqînan de mirî an birîndar tinin ji ber nava otobusan vala bû.

Li gor ragihandina Îsraîlê; dibe ku êrîş ya terorê be. Ji ber wê jî îstîxbarata navxwe ya Îsraîlê Şin Bet jî tevlî lêpirsînan bû û ferman da ku di temamê otobusên Tel Avivê de lêgerînê bikin da bûyerekî dinê neqewime.