Dezgeha Parastina Ala Kurdistanê li dijî sivikahiya li hember Ala Kurdistanê dozê vedike

25 mijdar 2021 17:10
Dezgeha Parastina Ala Kurdistanê li dijî sivikahiya li hember Ala Kurdistanê dozê vedike

PeyamaKurd – Dezgeha Parastina Ala Kurdistanê li dijî kes û îdareya Silêmaniyê ku bêrêzî û sivikayî li hember Ala Kurdistanê kirin, dozê vedike.

Dezgeha Parastina Ala Kurdistanê, doz li dijî wan kesên ku sivikayî li hember Ala Kurdistanê kirin vedike û di derbarê wê de jî parêzer hatine ser xetê.

Li gor Berpirsê Dezgeha Ala Kurdistanê Palewan Şêx Memî daye zanîn: ‘‘Em bêrêzî û sivikayiya li hember Ala Kurdistanê ya di bin navê xwepêşandanê de hatiye kirin şermezar dikin. Ew bêrêzî bû li hember xwîna şehîdan û hemwelatiyên Kurdistanê. Niha parêzer hatine amade kirin û îro bi fermî li hember wan kesên ku sivikayî kirine dê doz wê bê vekirin û divê li gor yasaya asayîşa netewî bên ceza kirin û ev Ala li Kerkûkê hate binpêkirin, nedibû li Silêmaniyê jî bê binpêkirin. ev yek ronî û aşkere ye, ew kare xerab peyameke metirsîdar e û divê hemû partî wê şermezar bikin. Ji bere wê lêdane li berjewendiyê netewa Kurd û divê hemû sazî bên ser xet û eger ev dubare bibe, çi tiştekî din wek pîrozî namîne.’’

Palewan Şêx Memî eşkere kiriye: ‘‘Ev planeke ji bo ku Herêma Kurdistanê nemîne û radestî dijminan bê kirin e. Em wek kesûkarê enfal û şehîdan, vê qebûl nakin û rê nadin ala dagirkeran di cîha Ala Kurdistanê de bê danîn.’’