Deutsche Bank nema bi sîrketên Trump re dixebite

13 rêbendan 2021 01:42
Deutsche Bank nema bi sîrketên Trump re dixebite

PeyamaKurd – Banka Almanya Deutsche Bank, piştî li Amerîkayê avêtin ser avahiya kongreyê û ew çend mirov hatin kuştin, ragihand ku nema bi Trump û şîrketên wî re bixebitin. Ragihandin ji rêvebiriya navenda bankayê ji Frankfurtê hat kirin.

Berdevkê bankayê pirsa nebersivand û heya niha ji Donald Trump an şîrketên wî ti deng derneket.

Seroka operasyona Amerîkayê ya Deutsche Bankê Christiana Riley di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Em bi rêziknameya xwe serbilindin. Em bi wan kesan re ne yên dixwazin îrada xelkê biparêzin û aştiyane tevdigerin.”

Deutsche Bank, ew bankaye ku 340 mîlyon dolar kredî daye şîrketên Trump ku wan şîrketan ji aliyê her dû kurên Trump de tên birêvebirin.