Sîrketên Donald Trump tên sopandin

20 gulan 2021 04:35
Sîrketên Donald Trump tên sopandin

PeyamaKurd – Ji sala 2019 an heya niha şîrketên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di bin lêkolînê de ne. Niha hatine asta cezakirinê lê ger Trump sûcdar bê dîtin dibe ceza bidinê. Serdozgerê eyaleta New Yorkê weha got:

“Şîrketa bi navê Trump Organization di derbarê wê de lêpirsîn dewam dike û me ragihand ku ne tenê di çarçoveyeka sîvîl de ye. Me dest bi lêkolîna di çarçoveyekî cezayî de kir.”

Şîrketa Trump ya navborî ji sala 2019 an de di bin lêpirsînê de ye. Serdozgerên eyaletên New York û Michiganê vedikolin bê şîrketên sîgortayê rêya şaş nîşanî kesên deynên wan li şîrketê ne dane an na!

Serdozger difikirin ku bihayê şîrketên Trump zêde nîşan dane û dibe bacê ji dewletê dizîbin. Lê agahiya ku doza şîrketê derxistine asta cezayê li Amerîkayê di medyayê de li serê tê axaftin.