Deriyên dibistanên Kurdistanê ji bo perwerdeya rûbirû hatin vekirin

16 gulan 2021 14:31
Deriyên dibistanên Kurdistanê ji bo perwerdeya rûbirû hatin vekirin

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ji îro Yekşemê ve deriyên polên seretayî heta pola 11an bi awayekê sê roj bi sê rojan tên vekirin û divê hemû alî pabndî rênimayên tenduristiyê bin û divê jî komîteya perwerdeya elektronîk li dibistanan aktîf bimînin.

Berpirsê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdilwahid Mihemed got: “Hejmara xwendekaran di polan de zêde ye, ji ber wê dewre (sê rojan bi sê rojan) heye, ev hewldanek ji bo çareserkirina rewşê ye, bi vî awayî hewl tê dayîn dûrî di navbera xwendekaran de were parastin.”

Komîte û tîmên tenduristiyê yên dibistanan jî dê ji nû ve dest bi kar bikin û çavdêriyê li proseya perwerdehiyên bikin. Di wê derbarê de jî Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê ji mamoste û xwendekarên 18 salî jî tê xwest, vaksîna Koronayê werbigirin.

Wezareta Perwerdeyê eşkere kir, ezmûnên dawiya salê di nava polan de têne kirin.

Li gorî amarên ne fermî yên li ber destê Sendîkaya Mamosteyan, heta niha nêzî 2 hezar mamoste bi vîrûsa korona ketine û 50 mamoste pê mirine.