Derhênerê Kurd li Tirkiyeyê hat binçavkirin

25 mijdar 2018 01:39
Derhênerê Kurd li Tirkiyeyê hat binçavkirin

PeyamaKurd - Derhênerê Kurd Kazim Oz ji aliyê polêsê Tirkan ve li Dêrsimê hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêve dibe de der heqê Kazim Oz de biryara binçavkirinê hatibû derxistin.

Li ser biryarê xebatên binçavkirina dest pê kir û Oz dema ji bajarê xwe Dêrsimê ber bi Elezîzê va diçû li Bendergeha Ferîbotê ya Pertekê ji hêla ekîbên cendermeyê va hat binçavkirin.

Ozê ku hat binçavkirin ji bo muemleyên fermî teslîmî ekîba Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Pertekê kirin.