Demirtas: Parastina min ne bendewariya edaletê ye, têkosîna bo edaletê ye...
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirne girtî ye, îro 24ê Nîsanê bi rêya Pergala Deng û Dîmenî (SEGBISB) ji girtîgehê beşdarî danişîna Dadgeha Enqerê ya Sîncanê bû.
Selahattîn Demirtaş di parastina xwe de diyar kir, "Parastina min ne bendewariya edelatê ye, têkoşîna bo edaletê ye. Ji bo li welat edalet, serweriya hiqûq û darazê bipêş bikeve parastinê dikim. Ev ji ber egera berpirsiyariya min a li hember gelê min û raya giştî ye."
'TUNDIYA LI DIJÎ DAYIKAN ŞERMEZAR DIKIM'
Demirtaş pêşî silav li girtiyên ketine greva birçîbûnê kir, banga hestiyarbûnê ji bo rewşa wan kir û li ser mudaxeleyên polîsan ên bo malbatên girtiyan got, “Tundiya polîsan şikandina rûmetê ye. Ez dibêjim, rengê rondikên dayikan tune ye û şermezar dikim.”
'FEZLEKE YEKSER GIRÊDAYÎ HILBIJARTINÊN 7Ê HEZÎRANA 2015AN E'
Demirtaş di parastina xwe ya pûçbûna îdiayên fezlekeya jimara 15an ku bi wê parêzbendiya wî ya parlamentariyê jî hatiye betalkirin kir û derbarê doznameya dozger a ji bo wî hatiye amadekirin de got, “Fezleke piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an ango 6ê Cotmeha 2015an hatiye amadekirin. Ev fezleke yekser girêdayî 7ê Hezîranê ye.”
'DI HEMÛ BIRYARÊN LI DIJÎ ME DE ÎMZEYA DAVUTOGLU HEYE'
Demirtaş bal kişand ser bêdadiya darazê û ketina bin destê deshilatdariya siyasî û li ser manîfestoya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu destnîşan kir, di bin hemû biryarên niha li dijî me hatine dayîn de îmzeya wî heye û niha jî neçar maye dibêje, rewşa ku daraz ketiyê vedibêje û wiha axivî:
“Yê ku van gotinan dike yek ji serokwezîrê îmzeya xwe li bin bêhiqûqa herî mezin a dîroka me ya siyasî daye ye. Bi nasnameya me ya parlamentariyê em şandine girtîgehê û ketiye dîrokê di vî warî de. Lê niha ew jî rewşa ku daraz ketiyê vedibêje. Gelo Ahmet Davutoglu jî terorîst e? Ma ew jî dijminê darazê ye? Ma ew jî xayînê welat e? Nexêr. Erê we em kirin xayîn, lê hûnê ji wî re çi bêjin? Rewşa darazê wekî ew dibêje ye le û bi yek du nivîsan nikare xwe ji bin vî barî derxe.”
'DÊ GEL DI SINDOQAN DE FAŞÎZMÊ JÊ BIBE Û BIMALE'
Demirtaş di beşeke din a parastina xwe ya îro de got, pêwîste piştî hilbijartinên 31ê Adarê siyaset û daraz nirxandinekê bike, lewra ev çûyîn ne çûneke baş e ji ber ku êdî welat (Tirkiye) bi bêhiqûqî û bê destûra bingehîn nabe were birêvebirin û got, "Dê gel di sindoqan de nijadperestiyê, faşîzmê, çewisandinê, zilmê û otorîteriyê jê bibe û bimale. Bila gumana kesî jê nebe."
'KURDISTAN NAVÊ COGRAFYAYÊ YE'
Demirtaş di beşeke parastina xwe de li ser nîqaşên peyva 'Kurdistan'ê û gotinên, 'Ev der Tirkiye ye, biqeşitin herin' got ku ti kes nikare kesî ji welatê wan derxe û bêje biqeşitin herin û diyar kir, "Kurdistan ne ku wekî dewleteke cuda hatiye tarîfkirin. Lê navê erdnîgariyekê ye. Wekî Mezopotamya, Kilikya û Trakyayê navê cografyayê ye."
Parastina Demirtaş a li pêş Dadgeha Enqerê dê sibe Pêncşemê jî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin