Demirtas: Di navbera min û Ocalan de têkosîna desthilatiyê nîne

23 hezîran 2019 00:15
Demirtas: Di navbera min û Ocalan de têkosîna desthilatiyê nîne

PeyamaKurd- Selahaddin Demirtaşê ku berê seokê HDPê bû û niha di zîndanê de ye, li ser mijara ku di çapemeniyê de tê behskirin ku di navbera wî û serokê PKK ê Abdullah Öcalan de têkoşîna desthilatiyê heye, bersiv da û got ku tişteka weha nîne. Demirtaş di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“ Bila şika ti kesî tinebe ku dema Öcalan însiyatîfa bo demokratîzebûnê û aşitiyê her çi bike, ez ê bo serkeftina wî çi ji destê min were ez ê ji dil û can bikim. Gotinên şerê desthilatdariyê û tiştên weka wî bo me biyanîne. Divê ti kes rê nede tiştên weha. Em ê nebin terefdarê tevliheviyên weha. Di tiştên weha biçûk de weka ku Öcalan test dikin, di nava xelkê de gotinan dibin û tînin. Ev neheqiye û bêberpirsiyariye.”

Demirtaş got ku divê ew kesên ku dixwazin tiştên mezin bikin, divê tenezula tiştên weha erzan û biçûk nekin. Ev mijar gelek xesas e û divê kes nebe perçeyekî ji vê tevgera derûnî an ku psîkolojîk.