Mesûd Barzanî: Rola Yekîtiya Jinan di têkosîna gelê me û parastina mafên jinan de diyar e
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku rola Yekîtiya Jinên Kurdistanê di têkoşîna gelê Kurdistanê de, di naskirin û parastina mafên jinan de bi awayekî eşkere tê dîtin.
Serok Barzanî bi helkefta 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê û endamên ofîsa sekreteriyê kir.
Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Sekretera û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên rêzdar
Bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê ezmûneke dewlemend û bêmînak a destpêka beşdarbûn û perwerdekirina jinên Kurdistanê di jiyana siyasî de bûye û rola wê di têkoşîna gelê me de û di nasandin û parastina mafên jinan de berçav û diyar e.
Herdem hêvî ji Yekîtiya Jinên Kurdistanê heye ku bibe çavkaniya hişyariya neteweyî, niştimanî û pîşeyî ya hemû jinên Kurdistanê bin û kar ji bo parastina mafên jinan di nav malbat, cihê kar, qada siyasî û qadên din ên civakê de xebat bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin