DEM Partiyê pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê îmze kir
DEM Partiyê pêşnûmaqanûna bi navê 'Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî' îmze kir.
RûpelNews - Li Koma DEM Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, derbarê 'qanûna çarçoveyê' de civînekê hat lidarxistin.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Parlamenterên DEM Partiyê Mithat Sancar ê endamê Şandeyê Îmraliyê, Meral Danış Beştaş, Cengiz Çiçek û Saruhan Oluç beşdar civînê bûn.
Di civînê de biryar hat dayîn ku pêşnûmaya "qanûna çarçoveyê" were îmzekirin.
DEM Partiyê îmze kir
Pêşnûmeqanûn ku du roj berê ji bo îmzeya parlamenteran hatibû vekirin, ji aliyê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM), Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakırhan, endamên Şandeyê Îmraliyê Perwîn Buldan û Mithat Sancar, serokatiya koma parlamenter a DEMê û endamên Komîsyona Parlamenteriyê ve hatiye îmzekirin.
Kê ew îmze kir?
Ji bilî DEM Partiyê, pêşniyarname berê ji aliyê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, parlamenterên AK Partî û MHPê, di nav de Serokê MHPê Devlet Bahçeli jî, hatibû îmzekirin.
Tê payîn ku pêşniyarname îro li parlamentoyê were pêşkêşkirin.
