Rewsa dawî ya pêvajoya 100 hezar îmze ji bo namzetiya serokkomariyê
PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)ê daneyên pêvajoya 100 hezar îmzeyan a ji bo 11 kesên ku ji ber Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Serdema 28an a Parlamenteriyê namzetiya xwe ya Serokkomariyê ragihandine parve kir.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) derbarê îmzeyên ku ji 11 namzetan pêdiviya wan bi 100 hezar îmzeyan berhev kiribûn de agahî parve kir. Li gorî agahiyên ji YSKê hatin girtin, dengên namzetan bi vî rengî ne:
Namzediya serokomariyê ya Muharrem Înce û Sînan Ogan mîsoger bû.
Muharrem Înce 111 hezar û 301
Sînan Ogan 107 hezar û 625
Mihemed Elî Fatîh Erbakan 69 hezar û 207
Dogu Perînçek 69 hezar û 207
Yakup Turkal 2 hezar û 838
Erkan Trükten 2 hezar 33
Ahmet Ozal Bîn 361
Îrfan Uzun Bin 73
Halîl Murat Unver 458
Hilmî Ozden 422
Davud Turan 118

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin