Danûstandinên Amerîka û Îranê dest pê kirin

06 sibat 2026 14:48

Danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyiyên Amerîka (DYA) û Îranê de, piştî ku di Hezîrana 2025an de ji ber êrîşên Îsraîl û DYAyê hatibûn rawestandin, li Muscata paytexta Omanê, ji nû ve dest pê kirin.

Danûstandinên Amerîka û Îranê dest pê kirin
Nivîskar: editor2 - nûçeyên wî/wê
RûpelNews -

Danûstandinên di navbera Îran û DYAyê de di demekê de pêk tên ku alozî di navbera Tehran û Washingtonê de dîsa zêde bûne û Washingtonê li herêmê li dijî Tehranê amadekariyên xwe yên leşkerî zêde kirine.

Wekî beşek ji peywendiyên ku bi navbeynkariya Omanê hatine kirin, herdu alî li Muscatê, bi mazûvaniya Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bîn Hamed el-Busaydî civiyan.

Serokatiya şanda Îranê ya ji bo danûstandinan ji aliyê Wezîrê Derve Abbas Erakçî ve tê kirin. Steve Witkoff, Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn jî nûnertiya DYA dike.

Her wiha di hevdîtinan de Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê yê Karûbarên Siyasî Mecîd Teht Revançî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Karûbarên Aborî Hamid Kanberî û Berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Bekayî amade bûn. Ji aliyê Amerîkayê ve li gel Witkoff, Jared Kushner, zava û şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump, amade bû.

Li gorî raporeke rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, Fermandarê CENTCOMê Cooper çû Omanê da ku beşdarî şanda Amerîkayê bibe.

Di heman demê de, Ajansa Associated Press (AP) jî ragihand ku karwanek ku tê bawer kirin rayedarên Amerîkî hildigire, gihîştiye Muscat a paytexta Omanê.