Danezana Konferansa Lîbyayê hat wesandin
PeyamaKurd - Danezana Konferansa li Berlîna paytexta Almanyayê ya ku bi mebesta destpêkirina agirbesta mayînde û pêvajoya siyasî li Lîbyayê, hat lidarxistin, hat belavkirin.
Di danezanê de wiha hat gotin: "Em piştgiriya avabûna hikûmeteke, yekgirtî, berfireh û çalak ku Meclisa Nûneran a Lîbyayê pesend bike, dikin. Em bang li hemî aliyên Lîbyayê dikin bila pêvajoya demkî bi awayekî gişgir û adîlane biqedînin. Em bangawazî li aliyan û piştevanan dikin, piştî destpêkirina agirbestê çalakiyên xwe yên leşkerî biqedînin. Em piştgiriya avabûna pergaleke asayişa neweteyî ya Lîbyayeke yekgirtî ya bi birêveberiyeke sivîl, dikin.”
Di Danezana Konferansa Lîbyayê de her wiha hat gotin, "Em ji bo avakirina komîteyên teknîkî ku çavdêrî û teftîşa agirtbestê bikin bangawazî li (Neteweyên Yekbûyî) NYyê dikin. Piştî Civîna Bilind Berlînê di bin banê NYyê de bi mebesta dirêjepêdana birêveberiyê, em Komîteyeke Çavdêriya ya Navneteweyî ava dikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin