Tirkiye ji konferansa Lîbyayê vekisiya

13 mijdar 2018 23:02
Tirkiye ji konferansa Lîbyayê vekisiya

PeyamaKurd- Tirkiye ji konferansa Lîbyayê ya ku li Îtalya çêbû vekişiya. Cîgirê serokkomar Oktay got: “Tirkiye bi dilekî şikestî terka civînê dike.”

Konferansa li bajarê Palermoyê bi armanca ku çare ji mijara Lîbyayê re bê dîtin dihat kirin û di konferansê de cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay Tirkiyê temsîl dikir. Lê di dema konferansê de civîneka ne fermî çêbû ku tê de terefdar hebûn û Tirkiye bo wê civînê nehat dawetkirin.

Oktay weha dewam kir:

"Mixabin civaka navdewletî vê sibê nebû yekwûcûd. Hinek kes Îtalyayê bikaranîn û mudaxeleyê pêvajoyê kirin. Hinek dewlet dixwazin pêvajoyê bo berjewendiyên xwe bikarbînin û bi seqetî tevdigerin. Bi seqetkirina pêvajoyê li Lîbyayê aramî çênabe. Pêdiviya Lîbyayê bi mudaxeleyeka kêm heye.”

Fuat Oktay navên wan dewletên ku mudaxele kirine negot.