Damezrînerên Google ji seroktiya kompaniyê vekisiyan
PeyamaKurd – Damezrînerên kompaniya Google a teknolojiyê Larry Page û Sergey Brin, ji erkên xwe yên kompaniya sîwan a Google Alphabet vedikişin ku seroktî û CEO bûn di wê kompaniyê de.
Brin û Page bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ne ew kesên wisa ne li ser kursî asê bimînin û kesên ji wan çêtir rêveberiyê bikin bila li wir bin.
Wan herwiha got, pêwîstiya Alphabet û Google bi du CEO û serokan nîne.
Hat zanîn ku dê li şûna Page û Brin CEOyê Google Sundar Pichai bibe CEOyê kompaniya Alphabetê jî.
Kompaniya herî mezin a teknolojiyê li cîhanê Google sala 1998an ji aliyê Page û Brin ve li garajeke eyaleta California ya Amerîkayê hatiye damezirandin û sala 2015an jî kompaniyê xwe ji nû ve dîzayn kiriye û ketiye bin banê kompaniya Alphabetê.
Li gorî kovara ‘Lîsteya Herî Dewlemendên Dinyayê’ ya Forbesê, Larry Page bi serweta xwe ya 80.8 milyar dolaran di rêza 10an de ye û Sergey Brin jî bi 49.8 milyar dolaran di rêza 14an a dewlemendên cîhanê de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin