Dadgeha Tirkiyê li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê biryara desteserkirina 42 kesan da

03 hezîran 2022 12:38
Dadgeha Tirkiyê li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê biryara desteserkirina 42 kesan da

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê, li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê, biryara desteserkirinê ji bo 42 HDPyî û HDKyiyan da.

Li gor hat zanîn, di çarçoveya wê biryarê de, gelek endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDPê hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku operasyon li bajarên Tekîrdag, Edîrne, Îzmîr, Stenbol, Kirklarelî, Mugla, Manîsa, Bursa, Bîngol, Mêrdîn û Çanakkale birêve çûne û polîsan li avahiyên HDPê û HDKê lêgerîn kirine.

Herwiha hat eşkerekirin, operasyon bi hinceta têkiliyên van partî û rêxistinan yên bi PKKê re hatiye kirin.