Dadgeha Federal biryara li ser hilbijartinên Kerkûkê bi pas xist

04 berfanbar 2023 22:27
Dadgeha Federal biryara li ser hilbijartinên Kerkûkê bi pas xist

PeyamaKurd - Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara li ser awayê birêveçûna hilbijartinên Kerkûkê bi paş xist.

Dadgehê îro 4ê Kanûnê biryar da, ji bo hûrbînî li ser tomara dengderên bajarê Kerkûkê bê kirin, hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê bên paşxistin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê daxwaz kir ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî wekî aliyê sêyemîn bi merema guhdarîkirina gotinan tevlî dadgehê bibe, lewma ew rûniştin ji bo roja 12ê Berçileya 2023ê hate paşxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, biryar e 18ê vê mehê hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê bên kirin ku ji 2005an nehatine kirin. Aliyên siyasî ji bo 15 kursiyên civata parêzgeha Kerkûkê hevrikiyê dikin û mafê 870 hezar û 920 kes ê dengdanê heye.