Hadî Amiri: Em li pey biryara dadgeha federal ya hilbijartinêne
PeyamaKurd – Serokê koalisyona Fetîh Hadi Amiri li ser hilbijartina 10 ê cotmehê ku biryara dawiyê Dadgeha Bilind Ya Federal a Iraqê da, got ku biryara dadgehê çibe ew li pey biryara dadgehê dimeşin.
Li gor ragihandina ji baregeha Amiri ya nivîskî hat kirin, dibêjin ku li pey qanûn û destûrê dimeşin û ji bo îstîqrara siyasî û ewlehiya Iraqê, destguhertina pêvajoyê bi sîstema demokratik û çûna ser sindoqan bawerin û wê li pey biryara di derbarê encama hilkbijartinan ya Dadgeha Federal ya Iraqê bimeşin.
Amiri got ku di hilibjartinê de gelek hîle û dalevere hene û temamê delîlan dane dadgehê û eger ew hîle li welatekî din bûna, wê dadgeha destûrê hilbijartinê betal bikira.
Di ragihandinê de tê gotin ku li ser dadgeha federal gelek tehdîd ên derve û hundir hene û ew girêdayê biryara dadgehê ne.
Îro dadgeha federal bersiva îtîraza koalisyona Fetîh da û bi biryarnameyekî îttîraza wan red kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin