Dadgeha Ceza Navdewletî fermana girtina Gerasimov û Soygu da
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navdewletî (DCN) ji ber tawana şer û tawanên dijî mirovatiyê fermana girtina Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov û wezîrê berê yê berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu der kir.
DCNê bi daxuyaniyeke nivîskî fermana girtina Gerasimov û Şoygu eşkere kir.
Dadgeha Cezayê ragihand, ji ber sedema ku di şerê Ukraynayê yê ji 10ê Cotmeha 2022yan heta 9ê Adara 2023yan de, bi fermana wî tawanên şer û dijî mirovatiyê hatine kirin, biryara girtina wî hatiye dayîn.
Hate diyarkirin ku Gerasimov û Şoygu di wê demê de berpirsên êrîşên dijî sivîlan e û hincetên maqûl ên cezakirina wan hene.
Hêjayî gotinê ye, sala borî jî DCNê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana girtinê derxistibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin