Dadgeha Cezayê ya Navdewletî fermana destgîrkirina Netanyahû û Gallant da
21 mijdar 2024 18:30
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navdewletî fermana destgîrkirina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê berê yê Parastinê Yoav Gallant da.
Dadgehê diyar kir ku “hincetên maqûl hene ku bawer bikin ku Netanyahu û Gallant çavdêriya êrîşên li ser gelê sivîl kirine.”
Dadgehê her wiha biryara destgîrkirina Muhammed Deîf, serokê baskê çekdarî yê Hemasê, Tugayên Îzzeddîn el-Qassam da.
Netanyahu 5ê mijdarê Gallant ji erkê wî bi dûr xistibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Trump biryarnama givasa ser Dadgeha Cezayê Navdewletî îmza dike
06 sbt 2025
Cîhan
Baroya Diyarbekirê giliyê Netanyahû li Dadgeha Navdewletî ya Cezayê kir!
21 mjd 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin