Çû seyranê rastî leglega birîndar hat

22 tîrmeh 2026 16:11

Leglegekê ku li Bîngolê weke birîndar hat dîtin, ji bo dermankirinê hat veguhestin bo nexweşxaneyê.

Çû seyranê rastî leglega birîndar hat

RûpelNews - Li gorî nûçeya rojnamevan Metin Yoksu ku ji RûpelNewsê re şand kesên ku li taxa Înalî ya Bîngolê ji bo meşê derketibûn derve, li ser erdê rastî leglegeke birîndar hatin.

Serdar Balun ê ku ev legleg dîtibû, wê kêlî bi telefona xwe ya destan tomar kir.

Leglega birîndar tê dermankirin

Balun got: "Armanca min ew bû ku dîmenê ku min dît tomar bikim bêyî ku wê bitirsînim. Pê hesiyam ku lingê wê birîndar bû, mecal pê re nebû, westiya bû, lewma min yekser rewş ji Tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yên Bingolê re ragihand û leglega birîndar radestî tîmê kir."

Leglega birîndar bo dermankirinê hat rakirin nexweşxaneyê hate destnîşankirin ku ji ber birîna giran a li ser lingê wê, rîska jêbirina endamek laşê wê heye. 

Pispor hişyarî da: Derengî bibe dê bimirin

Leglegên nû hatine dinyayê hêj nû fêrî firînê dibin, di heman demê de ji bo koçberiyê jî amadekariyê dikin. Pisporan hişyarî da ku di vê heyamê de ji ber stûnên elektrîkê, benên di hêlînan de û bermahiyên plastîk ên ku li dora lingên wan asê dibin, dibe ku bibe sedema birîndarkirina leglegan. Hat destnîşankirin ku heke di wextê xwe de neyên dermankirin, birînên li bask û lingan dikarin bibin sedema mirinê.