COVID 19 | Li Tirkiyê hejmara qurbaniyan gihist 2 hezar û 376 kesan
PeyamaKurd - Li gorî daneyên Zankoya John Hopkinsê, li Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon û 600 kes enfekte bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 183 hezar.
Li gorî zanyariyan herî zêde li Amerîkayê haletên tûşbûnê hatin tomarkirin.
Li Amerîkayê 825 hezar û 306 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin. Piştî Amerîkayê Spanya, Italya û Fransa tên.
Tirkiyê di rêza heftemîn de ye û her diçe hejmara miriyan û hejmara kesên enfekte dibin zêde dibin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir 2 hezar û 376 kes mirin û hejmara haletên tûşbûnê 98 hezar û 674 kes in.
Li Tirkiyê di nav 24 saetên dawiyê de 117 kes mirin û 16.477 kes baş bûne û vegeriyan malên xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin