Li Tirkiyê hejmara mirî û haletên nû yên Covid-19 kêm bû...
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 24ê saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kirin.
Li gorî amarên 26ê Nîsanê, di 24 saetên dawî de 99 kesan can daye û 2,357 haletên nû yên tûşbûyên Covid-19 hatine tomarkirin.
Temaslı sayısı ve temas ortamı azaldığı için 50.000’e varan günlük test kapasitemizin 30.000’i kullanıldı. Son 20 gün içinde yeni vaka sayısının en düşük olduğu gün, bugün oldu. Yoğun bakım desteği alan hastalarımızın sayısındaki azalma devam etti. https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/OwvvlGYiLm
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) April 26, 2020
Ev zêdetirî hefteyekê ye hejmara miriyan rojane bi ser 100 kesî re bû û hejmara haletên nû jî di navbera 3 hezar û 5 hezar kesan de bû, hejmar ber bi kêmbûnê ve diçin.
Li gorî amaran heta niha 2,805 kesan ji nexweşiya Covid-19 can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 110 hezar û 130 kesan.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê got, di 20 rojên dawî de hejmarên herî kêm îro hatine tomarkirin û kêmbûna nexweşên di beşên venihêrtina hûrî de jî kêm dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin