Li Tirkiyê hejmara kesên bi Covid-19ê ketine gihistiye 47 kesan
17 adar 2020 14:19
PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 29 kesên din jî enfekte bûne û hejmara kesên ku vîrûsa Covid-19ê ketiye canê wan gihştiye 47 kesan.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyeyê Fahrettin Koca, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi Covid-19ê ketine zêde bûne.
Koca di daxuyaniya xwe de da zanîn 29 haletên din ê Covid-1ê li Tirkiyê hatine tomarkirin û hejmara tûşbûyiyan bûye 47 kes.
Herwiha wezîrê tirk aşkere ji kir ew kesên tûşî Covid-19ê bûne ji Amerîka, Rojhilata Navîn û Ewropayê vegeriya bûne Tirkiyê û wan kesan ew nexweşî li derdora xwe belav kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
COVID-19 | Hejmara kesên bi koronayê ketine nêzî 4 milyonan bû
08 gln 2020
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin