Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 60 milyon derbas kir
26 mijdar 2020 14:37
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 60 milyon derbas kir. Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dike, li seranserê cîhanê 60,174,732 kes bi vîrusa Korona ketine.
Li gor zanyariyên dawî, vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin û hejmara pêketiyan 12,7 milyonan zêdetir e. Li dû Amerîka bi 9,2 milyonan zêdetir pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî ji 6,1 milyonan zêdetir pêketiyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê heta niha 1,417,153 kesan can dane. Amerîka bi 261,480 mirinên ji vîrusa Korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 170,115 mirinan Brezîlya tê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hejmara kesên di erdhejan de can dane 38 hezar derbas kir
17 sbt 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin