CNN: Nazim Zehawî dikare bibe Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê

08 tîrmeh 2022 14:59
CNN: Nazim Zehawî dikare bibe Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê

PeyamaKurd –  Malpera CNN a Amerîkî navên çend kesan belav kir û diyar kir ku ew dikarin bibin Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û cihê Boris Johnson bigrin, yek ji wan jî Endamê Partiya Parêzgaran Nazim Zehawî ye.

Li gor zanyariyên malpera CNNê, Nazim Zehawî du roj piştî destnîşankirina wî weke Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, ji Boris Johnson daxwaz kir ku dest ji kar vekişîne.

Malperê eşkere kiriye, Nazim Zehawî beriya salekê pêwendî bi kabîneya hikûmetê kiribû, beriya niha nedihat çaverêkirin ku bigihîje wê astê ku postê Serokwezîriyê bigre destê xwe, lê belê derketina wî di serdema Johnson de gelek bilez bû, wî karî xwe nîşan bide weke Wezîrê Vaksînan di dema nexweşiya Koronayê de û piştre weke Wezîrê Perwerdehiyê derkeve.

Hêjayî gotinê ye, Nazim Zehawî ji malbateke Kurd e, li Bexdayê jidayîk bûye, di temenê xwe yê 9 salî de ji rejîma Sedam Husên reviyane û berê xwe dane Brîtanyayê.