Netanyahu: Agirbest her kêlî dikare bi dawî bibe

13 nîsan 2026 16:07

Di destpêka civîna kabîneya îro de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku agirbesta di navbera Îran û DYAyê de 'her kêlî dikare biguhere'.

Netanyahu: Agirbest her kêlî dikare bi dawî bibe

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu diyar kir ku Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance piştî vegera xwe ji danûstandinên bi Îranê re li Pakistanê, ew agahdar kiriye.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Netanyahu piştgiriya xwe ji bo biryara Serokê DYAyê Donald Trump a danîna blokaja deryayî li ser benderên Îranê anî ziman û diyar kir ku her du alî "di hemahengiyeke berdewam de" ne.

Netanyahu got, "Aştiya bi Îranê re dikare her kêlî bi dawî bibe" û destnîşan kir ku ew bi tevahî piştgirî dide biryara Trump a danîna blokaja li ser Tengava Hurmuzê.

Netanyahu got, "Îdiayên ku dibêjin di navbera me de nakokî hene bi temamî derew in," û lê zêde kir:

"Berevajiyê vê rast e. Her kesê ku di van civînan de û di guftûgoyên me yên rojane de bi Serok û tîma wî re amade ye, dikare vê yekê piştrast bike. Berê tu carî li ser vê astê hemahengî çênebûye, ne di dîroka Îsraîlê de û ne jî di dîroka gelê cihû de."

"Îranê agirbest binpê kiriye"

Netanyahu got ku amerîkî "nikarin binpêkirina eşkere ya peymana agirbestê ji aliyê Îranê ve tehemul bikin."

Wekî din, li gorî Serokwezîrê Îsraîlê, Vance ji Netanyahu re got ku mijara herî girîng ji nêrîna DYAyê "ji holê rakirina hemû materyalên dewlemendkirî û misogerkirina ku di salên pêş de, û bi îhtimaleke mezin ji bo dehsalên pêş, li nav Îranê tu dewlemendkirin çênebe."