Wezîrê Îsraîlî ji Netanyahu re: Dawî li hevdîtinên agirbestê bînin
PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivî.
Li gorî nûçeya The Jerusalem Post, Smotrichê ku Hamasê dişibîne Naziyan, diyar kir ku divê Îsraîl bi awayekî fermî vekişîna xwe ji danûstandinan ragihîne da ku aştiya mirovî biparêze. Smotrich bi îdiaya, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) nikare 'nîv-şerekî' bimeşîne, Smotrich di hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re xwest têkiliyên bi navbeynkarên wekî Qatar û Misir û herwiha Hamasê re rawestînin.
'Em destûrê nadin senaryoyek bi vî rengî'
Di axaftina têlefonê de Smotrich da zanîn, senaryoyek ku tê de IDF 'nîv şer dimeşîne destûr nayê dayîn.' Wî îdia kir, Hamas dikare 'ji bo ji nû ve avakirina agirbestê manîpule bike', û ev yek wê 'dawiyê bide hewldanên IDFê yên ji bo tasfiyekirina Hamasê'.
Derbarê heyama agirbesta demkî de, Smotrich angaşt kir ku her çend ew kêfxweş e ku rehîn vegerin malên xwe, lê valahiya mirovahî xwe westandiye. Wezîrê Îsraîlî diyar kir, Hamas "tawanên şer li dijî sivîl û rehîneyan berdewam dike." Herwiha da zanîn, “Qebûlkirina şikestineke din wê bibe xeletiyek tirsnak ku wê (peyam) bêhêziyê bişîne," û got, “Nahêlin rêberê Hamasê Yahya Sinwar li Xezzeyê bi wan re bilîze."
Smotrich bang li hikûmetê kir, bi fermî, "bi eşkere û li ber her kesî" ragihîne ku agirbest bi dawî bûye û banga "vegera şerekî berfireh heta ku Hamas bê hilweşandin û hemû dîl bên radestkirin" kir

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin