Çiyagera Kurd hilkisiya ser çiyayê herî bilind ê Kazaxistanê
06 tebax 2023 19:24
PeyamaKurd - Çiyagera jin a Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê hilkişiya ser çiyayê Xantangirî yê Kazaxistanê ku 7010 metre bilind e.
Hate ragihandin çiyagera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Rûnak Zemanî ya 35 salî ya bajarê Sine wek yekemîn çiyagera jin a Kurd, hilkişiya ser lûtkeya herî bilind a çiyayê Kazaxistanê.
Rûnak Zemanî, ala Kurdistanê jî li Çiyayê Xantangirî yê xwedî bilindiya 7010 metreyan bilind kir.
Zemanê berî niha jî wek jineke Kurd hilkişiyaye ser lûtkeya piraniya çiyayên Kurdistan û Îranê.
Niha jî Rûnak Zemanî amadekariyan dike ku hilkişe ser lûtkeya çiyayê “Gaşir Biroma Du” yê di navbera welatê Çîn û Pakistanê de ku 8035 metre bilind e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Çiyagerên Kurdistanê hilkisiyan ser lûtkeyeke herî bilind a cîhanê
20 îln 2023
Tenduristî
Ala Kurdistanê li ser çiyayê herî bilind ê Rojhilata Navîn hat bilind kirin
03 trm 2023
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin