Ciwanê Kurd pirtûka ‘Serok Barzanî’ pêskesî Serokwezîrê Polonyayê kir

16 berfanbar 2021 23:05
Ciwanê Kurd pirtûka ‘Serok Barzanî’ pêskesî Serokwezîrê Polonyayê kir

PeyamaKurd - Ciwanê Kurd ê bi navê Remezan Îsmaîl ku berî niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke "Balyozê Ciwanên Cîhanê" hatibû hilbijartin, beşdarî Foruma Rêveberiya Înternetê ya Neteweyên Yekbûyî (IGF 2021) ya di navbera 6-10 Kanûn 2021 de li Polonyayê hat lidarxistin bû.

Di forumê li Navenda Peymana Navneteweyî ya li Katowiceyê hat lidarxistin de, Remezan Îsmaîl ku bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî beşdarî forumê bû, li wir axaftinek kir û behsa pêşketina teknolojiyê li Herêma Kurdistanê, înternetê û jêhatiya ciwanan kir.

Ciwanê Kurd herwiha di forumê de wergera Îngîlîzî ya pirtûka Serok Barzanî ya bi navê “Bo Dîrokê” pêşkêşî Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki kir.

Remezan Îsmaîl bixwe ji Hewlêrê ye û di sala 2019an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek "Balyozê Ciwanên Cîhanê" hatiye hilbijartin.