Balyozê Japonyayê: Em alîkariya ciwanên Kurdistanê dikin ku pêseroja xwe ava bikin

27 sibat 2025 19:00
Balyozê Japonyayê: Em alîkariya ciwanên Kurdistanê dikin ku pêseroja xwe ava bikin

PeyamaKurd – Balyozê Japonyayê yê li Iraqê Akira Endo spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwazin sîstema perwerdeya Japonyayê li Herêma Kurdistanê biguncînin.

Balyoz Akira Endo îro Pêncşemê (27.02.2025) li Hewlêra paytext di civîneke çapemeniyê de got: 

“Ez kêfxweş im ku dibistana amadeyî vekim ku ji aliyê saziyeke sivîl a Japonî ve bi piştevaniya gelê Japon hatiye avakirin vekim.”

Balyozê Japonyayê diyar kir ku ew dixwazin her quncikekî Iraqê û di serî de Herêma Kurdistanê nas bikin û da zanîn ku “Em dixwazin bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re hemahengiyê bikin, mamostayên Herêma Kurdistanê hewl didin ku kalîteya xwendinê baştir bikin.”

Endo pîrozbahî li saziya Japonî kir ku dibistan ava kiriye û anî zimên ku ew sazî ji sala 2014an ve li Iraqê kar dike û pêdiviyên rojane ji bo penaber û kampan dabîn dike û 37 dibistan û navendên xwendinê li Iraqê vekiriye û di xizmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê de ye.

Balyoz Endo spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwazin sîstema perwerdehiya Japonê li Herêma Kurdistanê biguncînin û got: 

“Gelê Kurdistanê xwedî şiyan û daxwazeke mezin e ku bi pêş ve biçin. Zarok xezîneya pêşerojê ne. Pêşeroj dikeve ser milê ciwanan.”