Belarûsê li ser sîxurtiyê bangî balyozê Japonyayê kir
06 îlon 2024 22:34
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Belarusê ji bo ‘protestokirina çalakiyên sîxuriyê’ bangî balyozê Mînskê yê Japonyayê kir.
Li Belarûsî binçavkirina hemwelatiyekî Japonî di navbera herdu welatan de bûye sedema krîzê ku bi hinceta ‘çalakiyên sîxuriyê’ balyozê Japonyayê Hiroyuki Yamamoto bo Wezareta Derve ya Belarusê hate gazîkirin.
Li aliyê din Berdevkê Wezareta Derve ya Belarusê Anatoly Glaz ragihandiye ku lêpirsîna li ser wî hemwelatiyê japonî ber bi temambûnê ve ye û dê tawanên ku kirine bên diyar kirin.
Herwiha Gloz gotiye, rayedarên Japonyayê daxwaz kirine ev bûyer ji medyayê û raya giştî bê veşartin, lê ji ber ku ne hiqûqî ye, wan ew daxwaz red kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ankara bangî balyozên Rûsya û Ûkraynayê kir
04 brf 2025
Jiyan
Îran bangî balyozê Îtalyayê yê Tehranê kir
03 rbn 2025
Cîhan
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Japonyayê kir
25 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin