Civîna çarqolî, ji bo meha bê hat bipasxistin

09 nîsan 2023 22:30
Civîna çarqolî, ji bo meha bê hat bipasxistin

PeyamaKurd- Balyozê Rusyayê yê Şamê Aleksandr Yefimov ragihand ku civîna pêşbînîkirî ya wezîrên karên derve yên Rusya, Tirkiye, Suriye û Îranê, ji bo meha gulanê hat bipaşxistin.

Balyozê Rusyayê Yefimov, di axaftina xwe ya ji bo rojnameya El Vatan a ku li Suriyeyê tê weşandin de di derbarê dema civîna wezîrên karên derve yên Rusya, Tirkiye, Suriye û Îranê de  got, "Hevdîtina ku dihat plankirin roja duşemê were lidarxistin, ji bo rojên destpêkê yên meha gulanê hat taloqkirin."

Yefimov, li ser sedema bipaşxistina vê civînê de tu daxuyanî neda, lê diyar kir ku ji bo di civîna wezîrên karên derve de encamên erênî bi dest bixin, şêwirên di navbera aliyan de berdewam in.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Balyozê Rus amaje bi wê yekê jî kir ku Rusya dê li ser hewilên xwe yên ji bo pêkanîna vê civîna çarqolî berdewam be û wiha got,

"Ev, rêyeke dirêj e. Lê em gav bi gav di vî aliyî de dimeşin."

Ji bo amadekariya civîna ku dê wezîrên karên derve yên Rusya, Tirkiye, Suriye û Îranê li hev bicivin, di hefteyên borî de cîgirên wezîrên karên derve yên van her çar welatan, li Moskowê şêwirîbûn.