Çînê, li ser wan kompaniyên Amerîkayê dorpêç sepandin
15 îlon 2023 18:31
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat ragihandin ku ji ber firotina çekan a ji bo Taywanê, wan dorpêç li ser Kompaniyên Lockheed Martin û Northrop Grumman sepandin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning ragihand ku wan biryar daye ku dorpêçan li ser kompaniyên berevaniya asîmanî yên Northrop Grumman û Lockheed Martin bisepînin û sedem jî wisa hat diyarkirin ku ew çekan difiroşin Taywanê.
Ning bang li Amerîkayê kir ku têkiliyên xwe yên leşkerî bi Taywanê re qut bike û dayîna çekan ji bo Taywanê rawestîne û got ku heger nebe dê Amerîka "bersiva bi biryar û tund" bide.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Çînê dorpêç danî ser 13 kompaniyên pîsesaziya berevaniya Amerîkayê
05 brf 2024
Jiyan
Amerîkayê dorpêç danî ser 31 kompaniyên Çînê
02 gln 2024
Kurdistan
Çînê bi bacên nû bersiva bacên gumrikê yên Amerîkayê da
10 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin