Çînê bersiveke tund da Amerîkayê: 60 milyar dolar…

13 gulan 2019 23:20
Çînê bersiveke tund da Amerîkayê: 60 milyar dolar…

PeyamaKurd - Piştî ku Amerîkayê gumrika li ser berhemên Çînê ji 10%î derxist 25%î ji Çînê jî bersiveke tund a bacên gumrikê yên li ser berhemên Amerîkayê hat.

Li gorî biryara Çînê li ser berhemên Amerîkayê yên bi nirxa 60 milyar dolaran bac hat zêdekirin.

Beriya niha jî Amerîkayê li ser berhemên bi nirxa 200 milyar dolaran ên Çînê bac zêde kiribû.

Çîn dê li ser 2 hezar û 493 berhemên amerîkî baca nû bisepîne ku hat ragihandin dê 1ê Hezîranê ev biryar bikeve meriyetê.

Rêveberiya Pekînê da xuyakirin ku Washingtonê ji xeynî bijardeya zêdekirina bacê ti bijardeyek ji wan re nehiştiye.