Cindirês | Malbata Pêsmerg ku seva Newrozê 4 kes ji wan hatibûn sehîdkirin dîsa rastî êrîsa çekdaran hat

27 tebax 2023 14:06
Cindirês | Malbata Pêsmerg ku seva Newrozê 4 kes ji wan hatibûn sehîdkirin dîsa rastî êrîsa çekdaran hat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdaran careke din li Cindirês a Efrînê êrîş biriye ser malbata Pêşmergan ku şeva Newroza 2022yan jî 4 kes ji wê malbatê hatibûn kuştin.

Li gorî ragihandina çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo koma bi navê Ehrar El-Şerqiye ya Tirkiye piştigiriya wê dike, bi ser mala Pêşmergan a li navçeya Cindirêsê de girt û di êrîşê de kurê malbatê Nezmî Eşref Osman ê 15 salî bi kêrê hate birîndarkirin.

Hate diyarkirin ku ciwanê birîndar, bo Nexweşxaneya Biharê ya Efrînê hatiye veguheztin.

Komên çekdar cara sêyem e ku êrîşê vê malbatê dikin. Herwiha çekdaran 23yê Tîrmeha 2023yan jî pîrketek li pişta wî xortî dabûn û xwestibûn bi otomobîlê pê li wî bikin. 20ê Tebaxa 2023yan jî careke din çekdaran êrîşî wê malbatê kiribû.

Malbata Pêşmergan a li Cindirêsê 20ê Adara 2023yan, êvara Newrozê, rastî êrîşa çekdaran hatibû û 4 kes ji heman malbatê hatibûn şehîdkirin ku hê jî nehatine cezakirin.