Çîn bersiva Amerîkayê da
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku dê ji 24 ê êlûnê û pêde bo 200 mîlyar dolar malên ku ji Çînê dikirin wê % 10 baca gumrikê bistînin. Çîn yekser bersiva Amerîkayê da û got ku wê 60 mîlyar dolar bo malên Amerîkayê baca gumrikê deyne.
Çîn wê bo malên Amerîkayê %5 û %10 tarîfeya baca gumrikê deyne. Dê ev tarîfe piştî 24 ê êlûnê bê cîbicîkirin. Çîn ragihand ku ev, li dijî gavavêtina Amerîkayê ya yekalî hatiye danîn. Eger Amerîka bixwaze baca malên Çînê zêde bike, wê Çîn yekser bersiva wan bide.
Wê ji zêdekirina baca malên Çînê 5 hezar berhem tesîrê bibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin