Cihê sandoqên li Bajarên Kurdan têne guhertin!
PeyamaKurd- Berî niha Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya Tirkiyê biryar dabû ku li 19 bajarên Kurdan sandoqên 145 hezar rayên Kurdan were guhertin. Niha jî ev hijmar tê zêdekirin.
Hat ragihandin ku li bajarên Kurdan waliyan îtîraz kirine û ev sandoqên ku têne guhertin hindik dîtine û xwestine ku bêhtir sandoq werin guhertin.
Di derbarê mijarê de serokê YSKyê Sadi Gûven daxuyaniyek da û got ku ji ber ewlehiyê waliyan îtîraz kir û me jî li gorî îtîrazan hijmara sandoqên ku cihê wan were guhertin zêde kirin. Li 19 bajarên Kurdan sandoqên 170 hezar rayî wê were guhertin.
Ji bo guhertina cihê sandoqan mesafeya herî zêde divê 5 km be.
HDPê li dijî vê tewrê derdikeve û dibêje ku çavên AKPê lê ye ku bi vî rengî rayên HDPê bidize.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin