Li bajarên Kurdan cihê sandoqan tê guhertin!
PeyamaKurd- Li Tirkiyê Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo 19 bajaran guhertina cihê sandoqên hilbijartinê qebûl kir.
Ev biryar bi taybetî li Şernex û Colemêrgê wê bandoreke neyînî li ser welatiyên Kurd bike.
Walîtiya Colemêrgê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku sandoqên 134 gund û taxan li 38 gundan hatine civandin. Li Colemêrgê, ji 3 kesan kesek wê li sandoqeke cuda raya xwe bi kar bîne.
Ev biryar wê bandora xwe li ser nêzîkî 270 hezar kesên ku wê rayên xwe bidin, bike.
Wekîlê HDPê Mithat Sancar di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku îqtîdar dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinê bike. Lê em ti caran destûrê nadin ku di hilbijartinê de mafên me bixwun. Em nahêlin rayên me bidizin. Çavê wan lê ye ku HDPê di bin bendê de bihêlin. Ev li dijî HDPê operasyonek e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin