Li Kerkûkê, di cihê Kurdan de Ereb têne bicihkirin!

01 hezîran 2018 14:52
Li Kerkûkê, di cihê Kurdan de Ereb têne bicihkirin!

PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê bi lez û bez nava Kerkûkê û derdora wê tijî malbatên Ereban dike. Ev jî bû sebeba bertekên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).

Parlamenterê Kurd yê li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; piştî bûyerên 16ê Cotmetê planeke qirêj xistine dewrê de. Kerkûk û derdora wê ji Kurdan tê paqijkirin û Ereb li herêmê têne bicihkirin. Civaka navnetewî jî li dijî vê faciyayê dengê xwe dernaxe.

Caf wiha berdewam kir: “Eynî rejîma di dema Beasê de îro jî tê meşandin. Çavên wan lê ye ku Kurdan ji vî bajarî bi tevahî derbixin. Belê rast e, li Kerkûkê komên cuda yên netewî û olî her dem hene. Lê belê di hemî demên dîrokê de hijmara Kurdan zêdetir bûye.