"Cîhan li hemberî qîrîna zarokên li herêmên ser bêdeng dimîne"
PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Guterres ji bo Zarokan û Pevçûnên Çekdar Virginia Gamba got: "Qêrîna zarokan li herêmên şer deng vedide, lê cîhan pir caran bêdeng dimîne."
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo zarok û şerê çekdarî Virginia Gamba got: “Qêrîna zarokan li herêmên şer deng vedide, lê cîhan gelek caran bêdeng dimîne. Êşa wan lekeyek e li ser wijdanê me yê kolektîf."
Gamba bi daxuyaniyeke nivîskî binpêkirinên li dijî zarokan ên di şerê çekdarî yên sala 2024an de bi bîr xist.
Gamba bi bîr xist ku sala 2024an wek salvegera 35emîn a Peymana Mafên Zarokan ku tê de Protokola Zêde ya ku leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de qedexe dike, ketiye dîrokê û got, "Lê belê, îsal divê Di warê pêşxistina mafên bingehîn ên zarokan de bibe sala pîrozbahiyê, berovajî wê mirovahî nakokiyên xwe bi rêyên aştiyane çareser bike."
Gamba got, "Di şerê çekdarî de di sala 2024an de kuştin û seqetkirina zarokan û êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan bûne binpêkirinên herî zêde yên li dijî zarokan. Êrîşên esmanî, bikaranîna berbelav a rokêtan, moşekan û çekên teqemenî bûne sedema wêrankirinê li deverên qelebalix li Îsraîl û Erdên Filistînî yên dagirbûyî, bi taybetî li Xezze, Sûdan, Sûriye, Lubnan, Myanmar û Ukrayna."
Gamba diyar kir ku ruh û metna Peymana Mafên Zarokan bi manîpulekirina pênaseya temenê zarokan tê binpêkirin û da zanîn ku bi milyonan zarok ji xwendinê bêpar mane ji ber nebûna cihên ewle ku karibin ji şeran bên parastin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin