ILO: Li giştiyê cîhanê 138 milyon zarokên karker hene
Koordînatora Payebilind a Projeyê ya li Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) Fatma Gelir Unal diyar kir ku li seranserê cîhanê 138 milyon zarokên karker hene û ji her 4 zarokan 1 jê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
RûpelNews - Fatma Gelir Unal a ji ILOyê destnîşan kir ku di salên dawî de li seranserê cîhanê di gihîştina zarokan a mafên bingehîn de xirabûneke berbiçav çêbûye. Wê bal kişand ser wê yekê ku her çend di demeke dirêj de hin pêşketin çêbûbin jî, ji ber giraniya krîzan rewş di salên dawî de dîsa xirabtir bûye û newekhevî kûrtir bûye.
Unal destnîşan kir ku, li gorî daneyên UNICEFê, li seranserê cîhanê nêzîkî 181 milyon zarokên di bin pênc saliyê de ango, ji her çar zarokan yek kes di rewşeke giran de dijîn ku nagihijin xwarineke bi tendirust.
138 milyon zarokên kedkar hene
Di nirxandina rewşa derbarê kedkariya zarokan de, Unal destnîşan kir ku, li gorî texmîna hevpar a herî dawî ya ILO û UNICEFê, heta sala 2024an 138 milyon zarok dixebitîn, ku ev jî ji sedî 7.8ê zarokên di navbera 5-17 salî de pêk tîne. (Çavkanî: CNBC-e)
