Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê: Sîvîlên li Mariupolê îro tên derxistin

06 gulan 2022 16:59
Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê: Sîvîlên li Mariupolê îro tên derxistin

PeyamaKurd – Sîvîlên li bajarê Mariupolê yê Ukraynayê îro tên derxistin.

Li gor Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Iryna Vereshchuk diyar kir, ew ê bi saeta herêmî di 12:00an de dest bi derxistina sîvîlên li Mariupolê bikin.

Herwiha da zanîn, sîvîlên li Mariupolê wê li mola Port City kom bibin, lê zêdetir hûrî neda.