Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re civiya

04 hezîran 2022 18:30
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Marina Serini re civiya.

Balyozê Îtalya yê li Iraqê jî di civînê de amade bû, li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj kirin.

Cîgira Wezîrê Karên Derve û Hevahengiya Navdewletî yê Îtalyayê qala pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên danûstandina bazirganî û aborî û veberhênanê de nîşan da.

Herwiha Marina Serini da zanîn, bi xweşhaliyê ve çaverêya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê dike û civîna ligel Serokwezîrê Îtalyayê di derfetekê de ku guncaw be ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Îtalyayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevahengî û hevkarî û pêşvebirina pêwendiyên ligel Îtalyayê di hemû waran de cardin anî ziman.