Li heşt herêmên Ukraynayê êrîşên hewayî 

25 îlon 2026 12:31

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku, ji serê vê sibê ve, heşt herêmên welêt rastî êrîşên Rûsyayê hatine. Li Kîevê, di êrîşeke dronê de li ser avahiyekê, zarokekî 14 salî canê xwe ji dest da.

Li heşt herêmên Ukraynayê êrîşên hewayî 

RûpelNews - Zelenskî diyar kir ku avahiyeke niştecihbûnê ya bilind li Kîevê buye armanc. Li Odesa, hat ragihandin ku termînaleke posteyê hat armanckirin, kesekê canê xwe ji dest da. Li Zaporijya, di êrîşê de avahiyeke nexweşxaneyê jî zerar dît.

Şaredarê Kîevê Vîtaliy Klîçko ragihand ku di encama êrîşên li ser paytextê de qurbanî çêbûne.

Bi 295 dronan êriş

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di şevê de 295 dron avêtine, ku 267 ji wan hatine bêbandor kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dronan li 16 cihan hedefên diyar kirine, di heman demê de hin dron û bermahiyên wan li çar cihan ketine.

Di vê navberê de, Zelensky tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina zexta navneteweyî ya li ser Rûsyayê kir û anî ziman ku bêyî zexteke wiha, Moskow dê beriya zivistanê aloziyê zêdetir bike.