CENTCOM îro benderên Îranê dorpêç dike

13 nîsan 2026 08:22

CENTCOMê ragihand ku ew ê di 13ê Nîsanê de saet di 10:00ê sibê de dest bi dorpêçkirina deryayî ya hemî keştîyên ku dikevin bendergehên Îranê an jî ji wan derdikevin bike.

CENTCOM îro benderên Îranê dorpêç dike

RûpelNews - Daxuyaniya ku ji hesabê fermî yê X yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hatiye dayîn, diyar kir ku dorpêçkirina deryayî ya bendergehên Îranê dê îro dest pê bike.

Di daxuyaniyê de, ku hevoka "Hêzên CENTCOMê, li gorî fermana Serok (Donald Trump), dê di 13ê Nîsanê de saet di 10:00ê sibê de dest bi sepandina dorpêçkirina hemî trafîka deryayî ya ku dikevin û ji bendergehên Îranê derdikevin bike" hebû, tekez kir ku dorpêçkirina deryayî dê bi awayekî "bêalî" li dijî keştîyên hemî welatan ên ku dikevin an jî ji hemî bendergeh û deverên peravê yên Îranê derdikevin, di nav de yên li Kendava Farisî û Kendava Omanê, were sepandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên CENTCOMê dê rê li ber rêwîtiyên keştîyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin ber bi bendergehên derveyî Îranê an jî ji wan derdikevin, negirin.